ոսկե համար

-Xwedê usa dinya h'iz kir, ku h'eta Kur'ê xweyî tayê t'enê da, ku k'î bawerîya xwe Wî bîne, unda nebe, lê jîyîna h'eta-ha-tê bistîne. Yûhenna 3:16

BÎR Û BAWERÎ



BÎR Û BAWERÎ

BÎBLÎYA - Xeber û fikira Xwedê ye, bi zarê merivan, ya ku bi Mizgînîyê ser hevda hatye. Ew k'arekî bê kêmasî ye, ku wêda h'emû hewcetî û cêribandinên merivan hatine nivîsarê.

XWEDÊ - Ruh e, Yê ku bi xwe heye~ ew ne efirî ye. Ew ji Yektîya Bav, Kur' û Ruhê Pîroz e, ku yek e, bê himber e û yekbûyî ye û pêshtirî wî xwedêkî din nîne. Ew h'izkirinêda, pîrozîyêda, qewat, zanebûn û serwaxtîyêda k'amil e û h'eta-ha-tê nayê guhastinê.

E'rd, e'zman û her çi nava wanda hene~ tishtên k'ifsh û nek'ifsh, bi destê wî efirî ne. Û her deran ew ser her efirînanr'a ye, t'evî her kesî ye û nava wan merivanda ye, yên ku Xwedê hilbijartine û bi wî pîroz bûne.

MERIV - zur’eta Adem û Hêwayê ne, yên ku bi destê Xwedê mîna shikil û nîgara Wî xuliqîn, lê Adem bû gunehk’ar, çimkî wî neheqîya ji dilê sheytan jê hilda û ji t’emîya Xwedê derk’et. Binyata Ademe pîroz hate guhastinê~ bû elê gunehkirinê~ dilhavijîya wî ji rastîyê çû berbi guneh û neheqîyê. Û ew binyat derbazî zur’etên wî bû, ji ber wê yekê jî meriv negihîshte rewsh û rûmeta Xwedê. Û dewsa qanûna jîyînê, nava merivda qanûna mirinê destpê kir h'ukum bike.

QANÛNA XWEDÊ - pîroz e û ser her qanûnanr'a ye, ku bi wê hidûdê heqîyê û neheqîyê berç’ev dibe.

ÎSA MESÎH - Kesekî ji Yektîya Pîroz e~ Kur'ê Xwedêyî Tayê t'enê~ ji heyîntîya wî derk'etî, awa gotî bûyî, ne ku xuliqî.

Ew her alîva weke Bavê bû, lê pey nek'et, ku wê rewshêda bimîne. Wî rewsha xwe hisht, xwe nimiz kir, lê karebûnên xwedêtîyêda ma çawa Xwedêyê rast û hêjayî h'ebandinê. Ew bona me~ merivên undabûyî hate dinyayê, ku me ji bin h'ukumê sheytan rizgar ke û cîguhastî nava p'adshatîya Xwedê bike. Ew bi qewata Ruhê Pîroz ji Meryema bik'ire xwedênas bû~ bû t'am meriv~ binyat û qalibê mêriv stand, lê t'u car guneh nekir û li wê bedenêda ma çawa Xwedêkî k'amil. Û wê bedenêda ewî dîwana binyata meye elê gunehkirinê kir û deyn û gunehên dinyayê hildane ser xwe û li ser xaç mir. Ew danîne gor’êda û roja sisîyan bi wî qalibî ew ji mirinê rabû. Çû e'zmên û alîyê Bavêye rastê rûnisht. Ewê dîsa bi rewsha Bavê veger'e, ku pey zêndîbûna mirîyanr'a dîwana her kesî weke kirên wan bike. Û xilazîya p'adshatîya wîye destpêbûyî wê nîbe.

RUHÊ PÎROZ - Kesekî ji Yektîya Xwedêyî ne cuda ye, ew her alîyanda weke Xwedê ye~ ne kêm, ne jî zêde. Bawermendên bi navê Îsa Mesîh nava wî Ruhîda têne nixamtinê û ew rêberîya wan nava h'emû rastîyêda dike.

CVÎN - K'omela bawermendên Îsa Mesîhe yekbûyî ye, ku bona Xwedê hatye gazîkirinê û bashqekirinê, ku bigihîje meremê Xwedêyî sereke, awa gotî, endemên Cvînê bibine mîna Îsa Mesîh.

Her qur'nanda Cvîn gerekê Mizgînîyê dannasîn ke û hîn bike (ne zêde ke, ne jî kêm ke). Û bi navê Bav, Kur' û Ruhê Pîroz bawermendan binixême û «Shîva Xudan» derbaz ke.

JVÎNA  BAWERMENDÊN  ÎSA  MESÎH

Комментариев нет:

Отправить комментарий